Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt got, "Hêza dengan a Kurdan ji hêza çek û tundiyê gelekî xurttir e.”
Siyasetmedarê Kurd Abdurrahman Kurt derbarê çareseriya pirsgirêka Kurdan, hevdîtinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ji Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî.
Abdurrahman Kurt amaje bi wê yekê kir ku PKKyê pêştir derfeta çareseriyê ji dest da û got:
"Tirkiye di mijara pêvajoya çareseriyê de xwedî ezmûn e. Mixabin PKKyê pêvajoya çareseriyê ya berê ji bo hevkariya bi dewletên rojavayî re rastî tek bir, û derfeta 100 salî ji destê me çû.
Ez wekî yek ji wan kesên ku mîmar, endezyar, kedkar û xebatkarê wê û wekî kesekî ku bûye şahidê wê dibêjim, PKKyê ew derfeta mezin red kir û ji destê me çû."
“Rêya siyasetê vekirî ye”
Kurt diyar kir ku di pêvajoya nû de divê çek bên danîn û çek ti feydeyê nadin Kurdan û wiha got:
"Ji bo ku careke din îstîsmar çênebe divê berî her tiştî çek bên danîn. Ma di danîna çekan de fedakariyeke ji bo Kurdan heye? Na.
Ji ber ku niha çek herî zêde zererê dide Kurdan. Rêya siyasetê vekirî ye.
Di rewşa îro de ez dixwazim binê vê yekê xêz bikim. Hêza dengdayînê ya Kurdan, hêza wan a demokratîk, ji hêza çek û tundiyê gelekî zêdetir e.
Dema ku em vê bi awayekî rêxistinî, bêyî ku li ti ramanê binêrin, di çarçoveya pêdiviyên me yên hevpar de werin cem hev û vê di sindoqê de nîşan bidin, em li pêşiya derfeta vekirina rêya guherînên mezintir in.
Lewma divê Kurd dest ji çekan berdin."
“Tiştên ku divê Tirk, Ereb û Faris bikin jî hene”
Abdurrahman Kurt her wiha ku eşkere kir ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî behsa "pêvajoyeke ku sînorên wê bi danîna çekan hatine xêzkirin" kiriye, wiha berdewam kir:
"Li kêleka danîna çekan ne tenê tiştên ku divê Kurd bikin hene. Tiştên ku divê Tirk, Ereb û Faris bikin jî hene.”
"Serok Barzanî hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo gelên herêmê nîmeteke mezin e"
Abdurahman Kurt rola Serok Mesûd Barzanî di vê pêvajoyê de wiha nirxand:
"Serok Barzanî hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo gelên herêmê nîmeteke mezin e.
Kesayetiyekî aqilmend e. Helwesta wî ya nerm û mutedîl, kesayetiya wî ya zana û ezmûna wî...
Binêrin wî ti carî alîgiriya pevçûn û zererê nekiriye. Her tim gotinên çareseriyê anîne zimên.
Ji berê heta niha, ez bi zelalî dibêjim, min gelek caran bihîstiye ku Serok Barzanî ne tenê di nav Kurdan de lê li tevahiya herêmê bi duristî û dilpakiya xwe tê naskirin.
Wê demê Ahmet Davutoglu jî ji me re digot. Rayedarên din jî. Eger Serok Barzanî tiştek gotibe, ew tişt her wisa ye. Ew keseke ku soza xwe bi cih tîne.
Binêrin, ev kes ji bo vê herêmê bê xwîn û hêsir, edaletê çawa bi cih bîne, ji her kesî re ramanên xwe dibêje.
Şîretan li her kesî dike. Divê her kes ji vê sûdê wergire. Ev ji berê heta niha tê gotûbêjkirin.
Em hemû bandora Serok Barzanî dizanin. Kesayetiyeke aqilmend e. ş
Her kes dizane ku ew di van pêvajoyan de kesekî pêbawer e û bi gotinên xwe yên çareserker tê naskirin. Lewma bêguman her kes bi bawerî li bendê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse