Abdurrahman Kurt : Pêngava hikûmetê ya piştî qonaxa çekdanînê amade ye

27-02-2025
Ferdî Sak
Abdurrahman Kurt / Wêne: Rûdaw
Abdurrahman Kurt / Wêne: Rûdaw
Nîşan Abdurrahman Kurt PKK Abdullah Ocalan Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt got, “Pêngava hikûmetê ya piştî qonaxa çekdanînê amade ye.”

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum dê bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.

Pêvajoya çareseriya pirsgrîkên Kurdan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji mijarên sereke yên panelên roja yekem bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panelekê de ya bi moderatoriya Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilat axivî.

"Ev pirsgirêk bi çekan çareser nabe”

Nêçîrvan Barzanî got, "Ev pirsgirêk bi çekan çareser nabe. Bangewaziya Serok Ocalan dê bibe nexşerêyek ku çawa dikare ev pirsgirêk bi awayekî durist bê çareserkirin.

Bi nerîna min wextek zêde jê re divê. Wiha nîne di şev û rojekê de ev pirsgirêk çareser bibe.

Lê tê pêşbînîkirin ku di demek nêzîk de ev bangawazî bê kirin. Bangwazî jî zelal e û banga aştiyê ye.

Ez hêvî dikim PKK û hemû aliyên din pêşwaziyê li banga Birêz Abdullah Ocalan bikin."

Hinek ji siyasetmedarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî forumê bûn.

Nerînên xwe yên li ser pêvajoyê û bangewaziya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan anîn ziman.

“Bang dê bandorê li Sûriyeyê jî bike”

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar jî got:

"Ocalan dê bangewaziya xwe bike. Ew ji rêxistina xwe PKKyê dixwaze dawiyê li milmilaneya çekdarî ya li gel Tirkiyeyê bîne û çekên xwe dane û rêxistin nemîne.

Wekî Serok Nêçîrvan Barzanî jî got bê guman vê yekê pêwîstî bi demê heye.

Eger serkeftî bû wê demê bandora wê li ser Sûriyeyê jî dibe ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di jêr bandora Ocalan de kar dikin."

“Divê tekez banga çekdanînê bê kirin”

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî got:

"Bi nerîna me divê tekez banga çekdanînê bê kirin. Ez di wê baweriyê de me sûdeke mezin a bangewaziyeke wiha dê ji bo hemû mirov û gelên li navçeyê hebe bi taybetî jî ji bo Kurdan."

Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Oguz Kagan Salici jî diyar kir bêdengbûna çekan rê li ber siyaseta demokratîk vedike.

Oguz Kagan Salici wiha got:

 "Li Tirkiyeyê ti kes ji banga çekdanînê nebextewer nabe. Rabûna çekan ji holê siyaseta demokratîk bihêz dike û rêya wê vedike.

Tirkiyeyê ji gelek kişandiye. Ji ber wê nebûna terorê û çekdanîna PKKyê û meşandina pêvajoyeke ji dil a di derbarê vê mijarê de dê me memnûn bike."

Lê Hikumeta Tirkiyeyê ji bo qonaxa piştî banga Ocalan û çekdanîna PKKyê heta niha ti nexşeriyêke çareseriyê belav nekiriye.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurahman Kurt jî ji Rûdawê re eşkere kir ku hikûmet ji bo qonaxa piştî çekdanînê xwedî plan û bername ye û li benda pêngava Qendîlê ye.

“Di destê dewletê de her tişt û her pêngav hazir e”

Abdurrahman Kurt jî li ser mijarê ev tişt gotin:

"Di vê proseyê de tiştekî derbarê piştî bangawaziyê de nabêjin. Lê em dizanin di proseya berê ya çareseriyê de her tişt amade bû.

Di destê dewletê de her tişt û her pêngav hazir e lê çek li ber vê yekê astengiyek mezin e.

Eger çekdanîn çêbibe ez bawer im her tişt hazir e. Berê me destûra bingehîn amade kiribû, ewên ku çek deynin dê piştre çawa bên bajaran û bijîn.

Ev tişt hemû hazir bûn. Her tişt li benda çekdanînê ye û eger ev yek çêbibe hinek tişt hazir in û di destê dewletê de hene.

Di pêvajoyê berê de me bi hev re amade kiribûn. Ev ne mesele ye lê naxwazin bi merc çekdanîn çêbibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst