Wezareta Pêşmerge: Hêza Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê amade ye

16-02-2021
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmerge Kurdistan Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê weke êrîşeke “tirsonekî ya tarîperestan” bi nav kir û ragihand, “ti caran destê qirêj ê nehez û terorîstan nikarin ewlehî û aramî û avendaniya Herêma Kurdistanê têk bidin û em dê bi tundî rûbirûyê wan bibin.”

Wezareta Pêşmerge diyar kir, “Em hemwelatî û xelkê ezîz ê Kurdistanê piştrast dikin ku Hêza Pêşmerge herdem amade ye ji bo berevanî û parastina silametiya xelk û axa Herêma Kurdsitanê.”

Di daxuyaiyê de tê goyin: “Niha ji hemû deman bêtir pêdiviya me bi yekrêzî, yekhelwestî û yekdengiyê heye. Bi îradeyeke bilind a polayîn a pêşmergane em dê terorîstan têk bibin û em rê nadin bi ti awayî jiyana hemwelatiyên me bikeve metirsiyê.”

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, her êrîşek bo ser hêzên Hevpeymanan êrîş e bo ser Pêşmerge û xelkê Kurdistanê û dibêje: “Em li gel hevalên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, rêyeke dûr û salên dûr û dirêj e ku bi hev re di eniya rûbirûbûna terorê û têkbirina terorîstan de ne, jibo istiqrara ewlehiya herêmê û navçeyê.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê de belav kiriye û têde dibêje, dezehên Dije Teror, Asayiş û Polîs bi hemahengî li gel Hevpyemanan cihê wê otombîlê dîtine ku mûşek jê hatine avêtin û tekez dike, “otombîl ji corê KIA ye û li ser rêya Hewlêr - Guwêr hatiye dîtin.”

Wezareta Navxwe destnîşan jî kiriye, ku lêkolîn ji bo eşkerekirina wan kes û aliyên li pişt êrîşê ne, berdewamin û dibêje: “Em xelkê bajarê Hewlêrê û Herêma Kurdistanê jî piştrast dikin, dê hemû ew kes û aliyên ku destê wan di êrîşê de hebûye û bikerên wê tawanê ne, bêne aşkerekirin û şermezarkirin û dê bîne cezakirin.”

Şeva Dûşemê 15ê Sibata 2021ê demjimêr 21:30 çend mûşek li çend cihên nêzîkê Firokexaneya Hewlêrê ketin xwarê. Yek ji mûşekan jî li Cadeya 40 Metrî ya bajarê Hewlêrê kete xwarê.

Çend çavkaniyan ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji medyaya welatê xwe re gotine, 14 mûşek li derveyî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê nêzîkê binkeyê hêzên Amerîkayê ketine xwarê, di encam de belênderekî sivîl hatiye kuştin û pênc Amerîkî jî birîndar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst