Foruma MERIyê – Herêma Kurdistanê di warê hilberîna gazê de xwedî potansiyeleke mezin e

10-10-2023
RÛDAW
Nîşan Foruma MERI Hewlêr Kurdistan Petrol Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di panelekê Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) de mijara petrol û gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê hat nirxandin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Felah Amirî ragihand ku ew dixwazin bi Herêma Kurdistanê re asta berhemanîna petrolê bigihînin 7 milyon bermîlan. 

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Gelek nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar, çalakvan û rojnamegerên ji Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî MERIyê dibin.

Rûniştina duyem a forumê bi sernavê “Pêşiniyên enerjiyê yên Îraqê, neft, gaz û çavkaniyên wekî xurekan” bi rê ve çû.

Ango mijarên berhemanîna petrola li Îraqe û cîhanê, berhemanîna gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî, Rêveberê Cîbicîkar û Crescent Petroleum Îraqê Ebdullah el-Qadî, Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê û Serokê berê yê SOMOyê Felah Amirî wekî axaftvan beşdarî panelê bûn.

“Pêwîste Iraq 2 milyon varîl petrolê bihilberîne”

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Felah Amirî diyar kir ku rojê 3,3 milyon bermîl petrol tê hilberandin û pêwîst e rojane 2 milyon bermîlên din jî werin hilberandin.

Amirî got, “Ev plansazî hat talûqandin lê em dixwazin di navbera 7 – 8 milyon bermîlan de hilberînê bikin.”

Felah Amirî anî ziman ku Îraq rojane 3,3 milyon bermîl petrol hinarde dike lê li gorî yasaya bûdceya giştî pêwîst e rojane 3,5 milyon bermîll were hinardekirin.

Amîrî her wiha behsa petrola Kurdistanê kir û got:

“Me bi Herêma Kurdistanê re nêzîkî 5 milyon bermîl petrol berhem dianî. Herêma Kurdistanê niha petrolê dihilberîne lê hinarde nake. Înşallah dê ev pirsgirêk di demek nêzîk de were çareserkirin.

Ji 25ê Adara 2023yan ve veguhestina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Ceyhanê hatibû rawestandin.

Îraq endamê OPECê ye û pişka berhemaînê diyar dike. Sala 2016an me 4,7 milyon bermîlên  petrolê hinardeyê OPECê kiribûn û Herêma Kurdistanê di nav de, niha em ji potansiyela xwe kêmtir petrolê dihilberînin.”

“Daxwaza li ser petrolê dê sala were zêdetir bibe”

Dema şerê di navbera Rusya û Ukraynayê de rû da, daxwaza ji bo petrolê zêdetir bû. 

Rêveberê Cîbicîkar û Crescent Petroleum Îraqê Ebdullah el-Qadî got:

“Dabînkirina petrol cîhanî ya rojane, îsal gihiştiye 101 milyon bermîlan. Tê pêşbînîkirin ku sala bê rojane du milyon bermîlên zêde bibe.

Ji ber vê yekê mezinbûna hilberînê ji bo aramiya aboriyê girîng e.  Niha nirxê petrolê maqûl e. Bihayê herî erzan ji bo bikir û firoşakaran 75 dolar e.”

“Îraq ji sedî 50î gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê dihilberîne”

Yek ji mijarên din ên forumê, gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê tê hilberîn bû.

Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Ahmed Muftî got:

“Herêma Kurdistanê ji sedî 2yê elektirîkê ji avê û ji sedî 85 heta 90 ji gaza xwezayî dihilberîne. Herêma Kurdistanê di warê hilberandina gaza xwezayî de xwedî potansiyelek mezin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst