Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya parêzgeha Sine û Kamyaranê di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Doh danê êvarê li ser rêya parêzgeha Sine û Kamyaranê ya Rojhilatê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Birêvebirê Polîsê Sineyê Îsa Gewherî li ser qezayê got:
“Piştî agahdarî gihîşt tîmên me yekser çûn cihê bûyerê.
Derket holê ku ji bilî 4 kesên mirî 3 kes jî birîndar bûne.”
Gewherî anî ziman ku birîndar ji wesayîtan hatine derxistin û piştî alîkariya yekem tîman ew birine nexweşxaneyê.
Birêvebirê Polîsê Sineyê Îsa Gewherî li ser sedema qezayê jî da zanîn:
“Sedema sereke ya qezayê derketina ji aliyê dijber û leza otombîlekê bû.”
Her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hejmareke zêde ya xelkê di qezayên trafîkê de dimirin û birîndar dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse