Li Sineyê 2 otomobîl li hev qelibîn: 4 mirî û 7 birîndar

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Sine Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezayeke li ser rêya Dîwandere û Sineyê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Bûyer derengiya şeva sêşemê li nêzîkî gundê Kuleyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê qewimî.

Birêvebirê karûbarên hawarçûnê yê Sineyê Husên Caferî îro ragihand ku di qezaya 2 otomobîlên taybet de 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Caferî da zanîn ku di qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê bi 6 ambûlansan birîndar birin Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya Dîwandereyê.

Hat diyarkirin ku birîndarekî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst