Li Îzmîrê 16 kes hatin desteserkirin

24-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr PKK DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Îzmîrê 5 kes bi hinceta PKK û 11 kes jî bi tohmeta endambûna DAIŞê hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de bi hinceta PKKyê ji bo girtina 6 kesan xebat hatin destpêkirin.

Hat îdiakirin ku wan di salên berê de ji bo zêdekirina hejmara ciwanan di nav rêxistinê de hewl daye û xebat meşandine.

Polîsan di operasyonê de  5 kes desteser kirin.

Ji bo kesekî din bê girtin xebat berdewam dikin.

11 kes ji ber DAIŞê hatin desteserkirin

Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, Rêveberiya Şaxa Îstixbaratê, Serokatiya MÎTê û Serokatiya Têkoşîna li Dijî Terorê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ji bo girtina 13 gumanbaran operasyon kir.

13 kes bi endambûna rêxistina DAIŞê tên tohmetbarkirin.

Di operasyonê de 11 gumanbar hatin desteserkirin û gelek melzemeyên dijîtal û 4 weşanên qedexe jî hatin bidestxistin.

Ji bo ku 2 gumanbarên din jî bên girtin xebat berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst