Kiliçdaroglu çû serdana Emîne Şenyaşarê: 'Ji bo Xwedê, ev bêdengî ji bo çi ye?'

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Emîne Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kemal Kiliçdaroglu li nexweşxaneyeke Enqereyê çû serdana Emîne Şenyaşara ku ji çogên xwe ameliyat bûbû.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Vê sibehê ez û hevjîna xwe Selvi Xanim li nexweşxaneyeke Enqereyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê ku tê dermankirin.”

Kiliçdaroglu di parvekirina xwe de bang li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got:

“Erdogan! Ma tu kujeran wekî 'yê min' û 'ne yê min' cuda dikî?

Tu çima guh nadî qêrîna Emîne Xanimê ku malbata wê li ber çavên wê hat kuştin.

Ji bo Xwedê, ev bêdengî ji bo çi ye?”

Bûyera Malbata Şenyaşaran

Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de mirov û nobedarên Parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşarê kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribû.

Kurekî Emîne Şenyaşarê li dikana xwe û kurekê wê û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin.

Di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Emîne Şenyaşarê û lawê wê Ferit Şenyaşarê ku di êrişê de birîndar bûbû ji bo edalet bi cî bibe û tawanbar bêne girtin 9ê Adara 2021ê li ber Dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.

Malbata Şenyaşaran di roja 846emîn de çalakiya xwe bi dawî kir.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşarê ku di hilbijartina 14ê Gulanê de wekî Parlamenterê Partiya Çepên Kesk hatibû hilbijartin 16ê Tîrmeha 2023yan cara dawî li ber Dadgeha Rihayê nobet girt.

Malbat nêzîkî du mehan e ku nobeta xwe ya li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê didomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst