Êşa malbata Nûpelda û Ayaz hêj weke xwe ye

15-07-2020
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Nûpelda Guloglu Ayaz Guloglu
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) -  Îro salek di ser canjidestana herdu xwîşk û birayên hev Nûpelda Guloglu (4) û Ayaz Guloglu (8) derbas dibe ku li navçeya Pûlurê Dêrsimê, bi mîneke ku berê hatibû danîn canê xwe ji dest dabûn.

Li navçeya Pûlurê ser bi bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, Ayaz Guloglu (8) û xwîşka wî Nûpelda Guloglu (4) par weke îro, dema ajelên xwe diçêrandin, mîneke ku berê hatibû danîn teqiya û di encam de herdukan canê xwe ji dest dabûn.

Walîtiya Dersimê daxuyanî dabû û gotibû ku ji teqemeniyek bi destan hatiye çêkirin zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Serdozgeriya Komarî ya Pûlurê jî derbarê bûyerê de, lêpirsîn kiribû û li gor rapora ku hatibû amadekirin Nûpelda û Ayaz bi teqemeniya ku ji têkelbûna TNT, REDX û topavajê hate amadekirin canê xwe ji dest dane.

Kuştina herdu zarokan li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibû sedema bertekên xelkê.

Di salvegera bûyerê de kesûkarên malbatê serdana wan dike û hevxemiya xwe nîşan didin.

Tevî ku salek di ser bûyerê de derbas bûye rondikên çavên dê û bavê Nûpelda û Ayaz ziwa nebûne.

Alî Ekber Guloglu derbarê kuştina zarokên xwe de ji Rûdawê re got: “Di ser bûyerê de salek derbas bû, lê çavên me hêj li rêya wan e. Hevjîna min digirî û dibêje zarokên min ne li ba me ne. Dema derî vedibe dibêje ew dê werin. Kes ligel me nîne, êşa wan hêj weke xwe ye. Dema ez pez dibim çêre her tim ew tên bîra min.”

Şaredarê Pûlurê Mustafa Sarigul jî diyar kir ku ew her tim serdana malbatê dike û wan bo xatirê Nûpel û Ayazê li şaredariya bi navê Nûpelda û Ayaz du kargehên hunerî û bo yariyên zarokan vekirine.

Mustafa Sarigul got: “Îro salvegera canjidestana Nûpelda û Ayaz e, çi ji destê me tê em bo malbatê dikin. Rewşa malbatê gelek perişan e. Em dê bo hevkariyan wan berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst