Girtiyê Kurd piştî 31 salan hat berdan

25-04-2025
Nîşan Girtiyê Kurd Berdan Êlih Qoser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê ji navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê Cengîz Yusufoglu piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan.

Cengîz Yusufoglu dema di nav refên Hêzên Parastina Gel (HPG) de bû bi birîndarî hatibû girtin û pişt re ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve bi cezayê heta heta yê girtîgehê hatibû cezakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Cengîz Yusufoglu îro ji Girtîgeha Êlihê hatiye berdan.

Girtiyê Kurd li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbata xwe û nûnerên partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin û pişt re bi karwanekî re ber bi warê xwe Qoserê ve bi rê ket.

Cengîz Yusufoglu li Qoserê ji aliyê xizmên xwe û nûnerên partiyên siyasî û mirovên girtiyan ve hat pêşwazîkirin û pişt re derbasî gundê xwe yê Kermirara bû.

Yusufoglu ev 6 meh in cezayê xwe yê girtîgehê temam kiribû lê berdana wî bi hincetên cuda cuda dihat bipaşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst