Li Sêrtê xortekî 17 salî ji doh ve winda ye

25-04-2025
Nîşan Sêrt Xort Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sêrta Bakurê Kurdistanê Ahmet Yunus Goktaşê 17 salî ji doh ve winda ye.

Li gorî agahiyan, Ahmet Yunusê ku li gel malbata xwe li Taxa Kooperatîfê dijî doh ji bo ku here lîseya xwe ji malê derketiye lê venegeriyaye.

Piştî ku pêjin ji wî xortî nehatiye malbatê polîs agahdar kirine.

Polîsan jî ji bo dîtina wî dest bi xebatan kiriye.

Ekrem Goktaşê bavê Ahmet Yunus ji nûçegihanan re got ku kurê wî doh serê sibehê ji bo here dibistanê ji malê derketiye û piştî wê demê wan êdî ti agahî jê wernegirtiye.

“Ez dixwazim kurê min were dîtin”

Goktaş ku anî zimên ku ew gelekî li kurê xwe geriyane lê wan ew peyda nekiriye û got:

"Ji bo ku here dibistanê ji malê derdikeve lê neçûye dibistanê.

Di kamerayan de cara dawî li Meydana Cumhûriyetê tê dîtin û pişt re jî xeber jê nayê. Ez dixwazim kurê min were dîtin."

Divê were gotin ku Goktaşê 17 salî  xwendekarê Lîseya Anadolu Îmam Xetîbê ya Sêrtê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst