Ji ber nêçîra pezkoviyan ceza li parlamenter hat birîn

14-12-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Pezkovî Ceza Unal Karaman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber nêçîra pezkoviyan parlamaneterê ÎYÎ Partiyê Unal Karaman jî di nav de li 4 kesan ceza hat birîn.

Pezkoviyên ku di nav gel de pîroz tên qebûlkirin ji ber nifşê wan di bin metirsiyê de ye ew xistine bin parastinê.

Pezkovî ji ber ku di mehên Kanûna Pêşîn û Kanûna Paşîn de dema nêrîxwarina (gonxwarin/cotbûn) wan e ji cihên bilin dadikevin xwarê dibin hedefa nêçîrvanan.

Tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Şaxa Dêrsimê ji bo parastina ajelên kovî bi nêçîra qaçax re têdikoşin.

Xelkê gundê Kaweyê navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê dema dema dengên teqîn bihîstin û nêçîrvanan dîtin agahiya têman pêxist.

Li ser biryara parêzgarê Dêrsimê Bulnet Tekbiyikoglu, tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Şaxa Dêrsimê bi piştgirya cendirmeya xebateke berfireh da destpêkirin.

Di encama xebatan de li herêmê pezkoviyek mirar hat dîtin.

Li gorî gundiyan pezkoviyek jî bi birîndarî reviyaye.

Her wiha li ser zarê gundiyan Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Konyayê Unal Karaman jî di nav de 4 kes bi kelekê herêmê reviyane.

Tîmên cendirmeyan belem şopand û dema derbasî nav sînorê parêzgeha Xarpêta Bakurê Kurdistanê bûn agahiya cendirmeyên Xarpêtê pêxistin.

Serdozgeriya Xarpêtê jî li ser mijarê xebat da destpêkirin û di encama xebatan de di kelekê de tivinga nêçîrê ya Unal Karaman hat dîtin.

Ji ber ku nêçîra pevkoviyên ku nêçîra wan qedexe ye parlamenter Unal Karaman jî di nav de li 4 kesan 650 hezar lîre ceza hat birîn. Her wiha wekî îdarî jî 50 hezar li wan hat birîn.

Li aliyê din, tîman ji bo dîtina pezkoviya birîndar dest bi xebatê kir û eger pezkovî bi mirarî bê dîtin dê ceza derkeve 2 qatan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst