Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya hezazê

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Colemêrg Hezaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo herêmên bilind ên parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya hezazê da.

Li Bakurê Kurdistanê bi hatina biharê berfa li çiyayan û herêmên bilind dihele.

Di encamê de asta ava çem û rûbaran bilind dibe û bestên ku ziwa bûne careke din diherikin.

Li aliyê din, Saziya Keşnasiyê ragihand ku tê çaverêkirin rojên pêncşem û înê li herêmên bilind ên Wan û Colemêrgê baran bibare.

Saziya Keşnasiyê ji ber egera helîna berfa li herêmên bilind hişyariya hezazê da.

Saziya Keşnasiyê herwiha ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst