Nêçîrvan Barzanî: Mamoste hîmê bipêşketina civakê ne

15-05-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî got, “Mamoste hîmê bipêşketina civakê ne. Mamoste hêjayî jiyan, qedirekî bilind, aramî û asûdeyiyê ne.”

Îro salvegera 62yan a avakirina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya vê salvegerê hemû mamosteyên Kurdistanê û Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê pîroz kirin.

“Mamoste hîmê bipêşketina civakê ne”

Nêçîrvan Barzanî ji hemû mamosteyan re hêviya bipêşketin û serkeftinê xwest û got:

“Ez rêzgirtina li hewl û keda mamosteyan a ji bo gihandina nifşên nû û peyamên wan ên pîroz wekî erkê xwe dibînim.

Mamoste di qonaxên herî girîng de hîmê bipêşketina civakê ne.

Ez piştgiriyê didim hemû maf û dawazên mamosteyan û ew hêjayî jiyan, qedirekî bilind, aramî û asûdeyiyê ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de rola mamosteyan a ji bo şoreşa azadiyê bi bîr xist.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ked û rola mamosteyan a di şoreşa azadiyê de qet û qet nayê jibîrkirin û pê de çû:

“Em di vê salvegerê wan hemû mamosteyên ezîz bi bîr tînin ku ji bo azadiya gelê xwe ked daye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst