AMED - Bijîşkê ku xwe kuştibû di Bitcoinê de gelekî xesirî ye

15-04-2024
Nîşan Amed Xwekuştin Bijîşk Bitcoin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê bijîşkekî li polîgona guleberdanê bi çekê xwe kuşt.

Hat zanîn ku wî bijîşkî di kirîn û firotina Bitcoinê de xisareke zêde kiriye.

Bijîşkê bi navê G.Ç. ê 33 doh li Amedê salî çû polîgona guleberdanê û bi çekê xwe kuşt.

Îro derket holê ku wî bijîşkî beriya xwekuştinê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye ku wî di kirîn û firotina Bitcoinê de gelekî zerer kiriye.

Li gorî zanyariyan, bijîşk li Amedê li polîgoneke guleberdanê ya li ser Cadeya Rihayê xwe kuşt.

Hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê bi lez çûn cihê bûyerê û tîmên tenduristiyê piştrast kir ku G.Ç. miriye.

Li aliyê din, hêzên ewlehiyê jî li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Li gorî zanyariyan, bijîşkê bi nave G.Ç. beriya ku xwe bikuje ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye ku wî di kirîn û firotina Bitcoinê de xisareke zêde kiriye.

Herwiha hat zanîn ku G.Ç. li Farqînê li navendeke tenduristiyê dixebitî.

Piştî bihîstîna bûyera xwekuştina wî şopîner û hezkiriyên wî ji ser hesabên xwe xemgînî û dilgaraniya xwe anîn ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst