Nêçîrvan Barzanî û Jean Noel Barrot civiyan

15-02-2025
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Jean Noel Barrot\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Jean Noel Barrot\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Jean Noel Barrot Nêçîrvan Barzanî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Fransa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot behsa pêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Fransayê re kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya berdewam a Fransayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Fransayê kir.

Hat zanîn ku di civînê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Fransayê re, çawaniya xurtkirina hevkariyê di warê ewlehî û parastinê de, pêşhatên şerê li dijî terorê û hewlên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) di warê rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Jean Noel Barrot jî amaje bi wê yekê kir ku Fransa giringiyê dide xurtkirina hevkariyê ya bi Herêma Kurdistanê re.

Pêşhatên Sûriyeyê, bi taybetî jî rewşa Kurdan û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî, mijarên din ên civînê bûn

Li gorî rapora îsal a beriya destpêkirina konferansê, ji sedî 65ê serkirdeyên herêmê ji zêdebûna aloziyên herêmî bi taybetî li Rojhilata Navîn dilgiran in.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Jean Noel Barrot wekî nîşaneya hevdîtina dostane ya Fransa û Kurdan e.

Fransa li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê wekî dostekî nêzîk ê Kurdan tê naskirin.

“Em deyndarê HSDyê ne”

Herî dawî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronê 13.02.2025an di Konferansa Parîsê ya Sûriyeyê de got, "Em deyndarê HSDyê ne û em dê berjewendiyên wan biparêzin."

Konferansa Ewlehiyê ya 61emîn a Munîhê 14.02.2025an dest pê kir û dê heta 16ê Sibatê dê bidome.

Li gorî gotina Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab Nêçrvan Barzanî 6 caran û Herêma Kurdistanê bi giştî 10 caran tevlî konferansê bûye.

Dilşad Şehab got, "Ev jî ji ber bandora pêgeh û rola Herêma Kurdistanêya ya di aramiya Rojhilata Navîn de ye."

Salane bi sedan kesayetiyên girîng ên cîhanî tevlî konferansê dibin û behsa pirsgirêk û metirsiyên herî mezin ên li ser ewlehiya cîhanê dikin.

Roleke girîng a konferansê di warê nêzîkkirin û avakirina baweriyê di navbera welatan de heye.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst