Xwedî, mîmar û endezyarên navenda bazirganiyê ya ku li Amedê hilweşiyabû hatin girtin

15-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Amed Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê xwediyê navenda bazirganiyê ya ku di erdhejê de hilweşiya, herwiha rêvebirên projeyê, mîmar û endezyarên înşaatê yên projeyê û li Semsûrê jî xwediyê otêla Îsiasê hatin girtin.

Xwediyê Navenda Karsaziyê ya Diyar Galeria ya li Amedê ku di erdheja 6 Sibatê de hilweşiya, herwiha rêvebirên projeyê, mîmar û endezyarên înşaatê li Stenbolê hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê hilweşîna Otela Îsias a Semsûrê de jî 4 berpirsên otelê hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgariya Semsûrê, derbarê otêla navborî de di medyayê de agahiyên şaş tên veguhastin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo berpisên otêla navborî demildest lêpirsînê dest pê kir û lêkolîn bi hûrgilî tên kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de berpirsên otelê Ahmet Bozkurt, Efe Bozkurt, Amîne Bozkurt û Şule Ozbek hatin girtin, ji bo kar û baran ew bo bajarê me yê Adiyemanê hatin şandin. Xebatên me dewam dikin û hemû tedbîr hatine hildan."

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst