Li Riha û Mêrdînê êdî çandina garis qedexe ye: ‘Em dê birçî bimînin’

29-12-2024
Ferdî Sak
Zeviyê garis/Wêne: Rûdaw
Zeviyê garis/Wêne: Rûdaw
Nîşan Garis Qedexekirin Riha Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezarata Çandiniyê ya Tirkiyeyê li Riha û Mêrdînê çandina garis qedexe kir.

Li navçeya Qoserê ya  Mêrdîna Bakurê Kurdistanê zeviyên fireh ên garisan hene.

Bi biryara Wezarata Çandiniyê ya Tirkiyeyê çandina vî berhemî dê sala bê li ser zeviyên fireh ên Riha û Mêrdînê qedexe be.

Biryarê cotkarên navçeyê dilgiran kiriye û bi rêya Rûdawê bangî aliyên pêwendîdar dikin.

Cotkarekî Mêrdînî Abdulkadîr Batirhan li ser biryara Wezaretê got:

“Em garis neçînin em dê birçî bimînin. Em dê çi biçînin?

Me îsal wekî berhemên alternatîf soya û dendikên berberoyan çandin lê ber negirt.

Ji donimeke dendikên berberoyan 150-170 kîlo jê hat û wê jî cotkar xilas nekirin.

Fasûliyên soyayê jî her wiha li navçeya me çênabin.”

Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê li 52 navçeyên girêdayî 11 parêzgehan ji sala 2025an ve çandina garis bi hinceta “kêmbûna ava binerdê qedexe” kir.

Parêzgehên Riha û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê jî di nav wan parêzgehan de ne.

Cotkarên her du parêzgehan garis bi piranî wekî berhemê dûyem ê salê diçînin û deriyekî girîng ê dahata wan e.

Cotkar Huseyîn Batirhan jî anî ziman:

“Rewşa me cotkaran ne gelekî baş e. Em genim diçînin. Me garis jî diçand lê wezaretê qedexe kiriye.

Em debara xwe bi wê dikin. Em bi xêra gêris zarokên xwe xwedî dikin û ti cihekî din ku pere jê werin nîne.

Lê wezaretê garis jî qedexe kir û em nizanin em dê sala bê çi bikin û biçînin.”

Li heman navçeyan çandina berhemên wekî pembo, gulberoj û fistiqên binerd û gelek berhemên din ku li gorî garis zêdetir pêwîstiya wan bi avê heye nehatine qedexekirin.

Cotkarên Qoserê dibêjin divê pirsgirêka kêmiya avê ne bi qedexekirina berheman, bi projeyên ku bi salane nehatine bicihanîn were çareserkirin.

“Divê demildest projeya GAPê çêbibe”

Cotkar Abdulkadîr Batirhan jî da zanîn:

“Pirsgirêka herî mezin a cotkaran GAP e (projeya avê).

Kanala Mêrdînê ya avê hatiye lê gola wê nehatiye çêkirin.

Eger gol were çêkirin asta ava bîrên me dê wekî berî 20 salan 20 heta 30 metreyan bilind bibe û pêwîstiya me bi TEDAŞê jî namîne.

Divê demildest projeya GAPê çêbibe. Navê golê heye lê xilas nabe.

Temenê min 50 sal in û her dibêjin GAP lê xilas nabe.

Li Anatolyayê 5-6 salan proje temam dibin lê ev ya me bû 50 sal hîn xilas nebûye.”

Li gorî amaran li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di serdema 2023-2024an a çandiniyê de li ser rûberê 9,1 milyon dekar erd, 9 milyon ton garis hatiye berhemanîn.

Her sal derdora ji sedî 20ê wî berhemî jî tenê cotkarên Mêrdîn û Rihayê berhem tînin û daxwaza wan ew e Wezareta Çandiniyê biryara xwe hilweşîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst