Yen ku ji erdhejê ditirsin dikarin herin Amed, Mêrdîn û Rihayê

15-02-2024
Nîşan Erdhej Bajarên Ewle Mêrdîn Amed Riha Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê erdhejê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan ragihand ku Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Sêwaz û Kilîs ji bo erdhejan bajarên ewle ne.

Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan derbarê metirsiya erdhejeke li Stenbolê û koçkirina welatiyan a ji Stenbolê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

“Ev cih ne rast in”

Ercan got, “Ez li Stenbolê pêşbîniya erdhejekê nakim. Kesên dewlemend koç dikin û derfeta hejaran a koçkirinê nîne.

Welatî zêdetir koçî Îzmîr, Kuşadasi û Marmarisê dikin lê ev cih ne rast in.”

Ercan destnîşan kir, 24 bajar di warê erdhejê de ewle ne û kesên dixwazin ji tirsa erdhejê birevin, divê biçin wan bajaran.

Ercan bi vî awayî behsa bajarên ewle kir:

“Ji bo erdhejê bajarên ewle Artvîn, Gîresun, Samsun, Rîze, Trabzon, Ordu, Sînop, Kastamonu, Zonguldak, Kirklarelî, Edîrne, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Nîgde, Nevşehîr, Isparta, Mêrsîn, Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Sêwaz û Kilîs in.”

Li gorî Ercan, li Bakurê Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Sêwaz û Kilîs ji bo erdhejê ewle ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst