Amerîka: Em piştgiriya diyaloga Kurdî-Kurdî dikin

15-01-2021
RÛDAW
Nîşan Balyozxaneya Amerîka li Şamê Kurd Rojavayê Kurdistanê ENKS PYNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîka li Şamê li ser danûstandinên aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Em piştgîriya diyaloga Kurdî-Kurdî dikin.”

Balyozxaneya Amerîka li Şamê dibêje, “Diyaloga Kurdî-Kurdî alîkariya proseya berfireh ya siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî dike.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê tekez dike, “Amerîka piştgîriya diyaloga Kurdî-Kurdî dike û dixwaze pêşde biçe.”

Her di wê daxuyaniyê de Balyzxaneya Amerîka li Şamê amaje bi wê dike, “Diyaloga Kurdî-Kurdî proseya siyasî ya berfireh temam dike.”

Li jêr çavdêriya Amerîkayê, ku tê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK), bi destpêşxeriya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dest bi danûstandinan kiribûn.

Li ser daxwaza Fermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî, gerên diyaloga Kurdî-Kurdî Nîsana 2020an hatin destpêkirin.

Roja 16ê hezîrana 2020ê, herdu alî gihiştin Nêrîneke siyasî hevbeş û lihev kirin ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe zemîna wan danûstandinan.

Piştî rêkeftina li ser nêrîna siyasî ya hevbeş, herdu alî gihiştin rêkeftinê ku lêvegera siyasî ya Kurdî ji 32 kesan pêk bê.

Li gor zanyariyan biryar e naverasta vê mehê danûstandinên ENKSê û PYNKê careke din destpê bike. Şanda Amerîkî nêzîk vedigere Rojavayê Kurdistanê ji bo ku qonaxa sêyem ya danûstandinan destpê bike. Vê carê, pirsên Rêveberî û Leşkerî têne gutûbêjkirin.

Xoşnav Naso, Endamê Encûmena Xwecihiya PDK-Sê ji Rûdawê re ragihandibû, “Derdora 15 rojên din şanda Amerîkî dê bê û em li bendê ne. Em dê berdewam bin li ser danûstandinê. Hêviya me heye em bigihijin asteke baş.”

PYNK û ENKSê heta niha li ser prensîpên siyasî, Lêvegera Siyasî lihev kirin, Lêveger 40 bi 40 di navbera herdu aliyan de ye û 20ê mayî jî nîv bi nîv ji bo partiyên dervey xwe destnîşan dikin.

Li aliyê din Ebdulkerîm Mihemed, Endamê Polîtburoya PDK-Sê ji Rûdawê re aşkere kir ku dema roja 15/12/2020ê, nûnerên Amerîkî ligel PYNK û ENKS civiyan, wan soz dabûn ku di hefteya yekem ji vê mehê de vegerin û dest bi danûstandinan bê kirin.

Destpêkirina sêyemîn qonaxa danûstandinên ENKS û PYNKê yek ji mijarên herî balkêş e, li Rojavayê Kurdistanê.

Daxuyaniya Mezlûm Kobanî derbarê encamdana hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava vê salê de, aliyên siyasî xistine nav tevgerê û mijara danûstandinê di rojeva siyasî de germ kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst