IHD: Li Êlihê di vê mehê de 20 jinan serlêdana rûbirûbûna tundûtîjiya mêran kirine

14-12-2022
RÛDAW
Nîşan Êlih IHD Tundûtûjiya Dijî Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê ragihand ku di meha Kanûnê de ku hê nêvî nebûye 20 jinan serlêdana wan kirine ku rûbirûyî tûndûtîjiya mêran bûne.

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Şaxa Êlihê derbarê binpêkirina mafên jinan yên meha Kanûnê de li navenda komeleya xwe daxuyaniyek da û bi armanca piştgiriyê Platforma Ked û Demokrasiyê jî beşdarî civînê bû.

Di daxuyaniyê de Rêvebera Komeleya Mafên Mirov a Êlihê Gulbahar Kaya amaje bi wê yekê da ku sala 2022ê di warê binpêkirina mafên mirovan de saleke zehmet bû û dijî vê yekê tekoşîn jî berdewam bû.

Kaya got di meha Kanûnê de ku hê nêvî nebûye li parêzgeha Êlihê 20 jinan ji ber tûndûtîjiya mêran serlêdana komeleyê kirine û ev tê wateya zêdebûna tûndûtîjiya dijî jinan. Kaya dibêje: “Beşek zêde ya wan jinên ku serlêdana komeleya me kirine rûbirûyê tûndûtîjiya dewletê jî bûne.  Hinek ji wan jî di dema cûdabûnê li gel hevjînê xwe de rûbirûyî tûndûtîjiya mêran bûne. Herwiha hinek ji wan jî di girtîgehan de rûbirûyî vê kiryarê bûne. Li gor serlêdanên van jinan di warê hiqûqî de tişta pêwîst hatiye kirin û bi raya giştî re jî hatiye parvekirin.”

Li gor amarên Rêveberiya Komeleya Mafên Mirov a Amedê li Bakurê Kurdistanê di nav salekê de bi giştî 117 jin hatine kuştin û 34 jin bi sedemên cuda hatine birîndarkirin. Herwiha di nav 11 mehên îsal de di encama tundûtûjiya mêran a di nav malê de herî kêm 38 jinan canê xwe ji dest dane û 15 jin birîndar bûne. Li qada civakî di encama tundûtûjiya mêran de jî herî kêm 19 jinan canê xwe ji dest dane û 14 jin birîndar bûne. Di qada civakî de herî kêm 33 jin rûbirûyê destdirêjiya mêran bûne û herî kêm 49 jinan bi awayekî gumankirî canê xwe ji dest dan.  Di nav parêzgehên Bakurê Kurdistanê de 5 bajarên ku herî zêde tundûtûjî û kuştina jinan lê zêde ne: Riha, Dîlok, Xarpêt, Amed û Şirnex in. Bajarê ku herî zêde jinan bi awayekî gumankirî canê xwe ji dest dane Wan e û piştre Riha, Amed û Mêrdîn tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst