Li Mêrdînê hemû çalakî 10 rojan qedexe ne

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qedexe Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî civîn, meş, daxuyanî, mitîng û xwenîşandan 10 rojan hatin qedexekirin.

Wezareta Kên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirin ku di destê DEM Partiyê de bûn. 

Piştî danîna qeyûman li Bakurê Kurdistanê rojane bi hincetên cuda cuda qedexeyên çalakiyan tên ragihandin 

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji îro heta 24ê Çiriya Paşîn a 2024an, li Mêrdîn û navçeyên wê hemû cûre çalakiyên wekî xwenîşandan, meş, grev, vedana kon û standan û çalakiyên wiha hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca “prensîbên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêlibergirtina tawanan parastina maf û azadiyên xelkê, rêlibergirtina bûyerên civakî û terorê" biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Li gorî biryara parêzgariyê, dê otomobîl jî nikaribin bi awayekî bikom herin Mêrdînê û ji Mêrdînê derkevin.

Biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku bi destûra parêzgarî û qaymeqamiyan tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst