54 parêzerên Kurd ji ber doza Jîna Emînî bo dadgehê hatin gazîkirin

14-07-2023
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Kurd Parêzerên Kurd Îran Rojhilatê Kurdistanê Bokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 54 parêzerên Kurd ku pêştir amadebûna xwe bo parastina dosyaya Jîna Emînî diyar kiribûn, ji aliyê hikûmeta Îranê ve bo dadgeha Bokanê hatin gazîkirin.

Dadgeha Bokanê li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê 54 parêzerên Kurd agahdar kirine ku heta roja Yekşemê 16ê Temûza 2023an serdana dadgehê bikin, ji bo pêşkêşkirina parastinnameya xwe ji tohmetên ku li dijî wan hatine tomarkirin û hişyarî da wan ku eger heta roja 16ê Temûzê li dadgehê amade nebin, dê rêkarên yasayî li dijî wan bên destpêkirin.

Li gor agahdariya dadgehê, ew parêzerên Kurd bi wê yekê hatine tohmetbarkirin ku "wêne û vîdyo û babetên berovajî urf û adetên civakê" li ser medyayê û medyaya civakî belav kirine.

Du rojan piştî mirina keça Kurd Jîna Emînî ya ji Seqizê ku di Îlona 2022an de li Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê ve hatibû desteserkirin û di girtîgeha polîsan de jiyana xwe ji dest da, wan 54 parêzerên Kurd di 18ê Îlona 2022an de daxuyaniyeke hevpar weşandin û têde saziyên Îranê ji ber kiryarên neqanûnî rexne kirin û diyar kirin ku ew amade ne di ber doza Jîna Emînî de parastinê bikin.

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî roja 13ê Îlonê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê bi tohmeta cilûbergên wê li gor hîcaba îslamê nînin, hatibû desteserkirin û piştî ku bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin, di 16ê Îlonê de canê xwe ji dest dabû.

Pizîşkiya Dadê ya Îranê di rapora xwe ya derbarê canjidestdana Jîna Emînî de ragihandibû ku ew keça 22 salî ya Kurd berê nexweşî pê re hebûye û ji ber wê nexweşiya xwe canê xwe ji dest daye, lê malbata Jîna Emînî ew rapor red kirin û ragihandin, Jîna di dema desteserkirinê de hatiye kuştin.

Emced Emînî bavê Jîna Emînî wê demê ragihand, keça wî di dema desteserkirinê de ji aliyê hêzên polîs ve rastî lêdanê hatiye û ji ber wê jî canê xwe ji dest daye.

Tevî ku malbata Jîna Emînî li Dadgeha Tehranê doz vekirine, lê heta niha ti biryarek derbarê dozê de nehatiye dan.

Parêzerê dozê, Salih Nîkbext berê ragihandibû ku hikûmet û desthilata dadê ya Îranê rê nede ku ew dosyeyê bibîne, herwiha rê nayê dan ku komîteyeke bê alî lêkolînê li ser sedema canjidestdana wê keça Kurd bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst