Bakurê Kurdistanê bo bêhnvedana havînê li benda geştiyaran e

14-07-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Geştiyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bakurê Kurdistanê di vê kele germa havînê de bi xwezaya xwe ya hênik, av, kanî, sûlav û rûbarên xwe  pêşwaziya geştiyran dike.

Li  parêzgeha Colemêrgê Çiyayê Reşko wate Cîlo, Geliyê Spîxanê, Sûlava Ava Spî û  Golên Cemedî yên Satê navçeyên sereke yên geştiyarî  yên parêzgehê ne  û hêjayî dîtîne ne. Salene hejmareke zêdetir a geştiyaran berê xwe didin van navçeyan.

Li gor amarên fermî di 6 mehên destpêka îsal de 35 hezar û 662 geştiyaran serdana Colemêrgê kirine û tê armanckirin ku îsal 130 hezar geştiyar serdana wê parêzgehê bikin.

Rêveberê Çand û Geştiyariya Colemêrgê got "Di salên dawî de bi taybet di hejmara me ya geştiyaran de zêdebûnek berçav heye.  Colemêrg li gor berê niha li cihek gelekî baş e. Sala borî derdora 110 hezar geştiyaran serdana Colêmêrgê kiribûn. Em hersal armanca xwe hinekî zêdetir dikin. Armanca me ya îsal 130 hezar geştiyar e."

Wan jî parêzgeheke herî girîng a geştiyariya Bakurê Kurdistanê ye.

Gola herî mezin a Kurdistan û Tirkiyê  Gola Wanê xeml û ciwaniyek bêhempa dide bajêr.

Giravên Axtamar û Çarpanak, Keleha Dîrokî ya Wanê,  Keleha Xoşapê û Sûlava Bêgirê û Sûlava Kanî Spiyê rawestegehên sereke ne bo geştiyarên Wanê.

Bo bêhnvedanên havînê li benda geştiyarên 4 aliyên welat, Tirkiye û Cîhanê ye.

Ji ber ku hevsînor e beşa herî zêde ya geştiyarên vê parêzgehê  ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê Fevzî Çelîktaş dibêje "Me îsal di 5 mehên destpêka îsal de de pêşwazî li 137 hezar geştiyarên Îranî kiriye. Armanca me ew e em salene mêhvandariya 1 milyon geştiyaran bikin."

Dêrsim jî bi  xwezaya xwe ya dewlemend û dilrevîn vê havînê hembêza xwe bo geştiyaran vekiriye.

Çemê  Munzurê, Baba Duzgin, Newala Îksor, Rûbarê Roj û Sûlava Rabatê navçeyên sereke yên geştiyariya Dêrsimê ne.

Dêrsim bo Elewiyan jî  cihekî  pîroz yê olî ye û salane hejmareke zêde ya geştiyaran bi vê armancê jî serdana wê dikin.  

Li gor Rêveberiya Çand û Geştiyariya Dêrsimê 10 mehên sala borî derdora  2 milyon geştiyaran serdana parêzgehê kirine.

Welatiya Dêrsimî diyar kir "Em îro tevî malbata xwe hatine Dêsim û Mûnzûrê. Em ji Çakanê gundê Depê tên. Em li derveyî welat li Almanyayê dijîn."

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji bo zêdekirina hejmara geştiyaran û dahata wê  salane  festival û çalakiyên cûda tên saz kirin.

Stêrka vê sektorê li Bakurê Kurdistanê sal bi sal  geştir û hejmara geştiyarên wê zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst