Kuştina koçberan li sînorê Sûriye û Tirkiyê zêde bûye

14-06-2023
Hisên Omer
Kuştina koçberan li sînorê Sûriye û Tirkiyê zêde bûye
Kuştina koçberan li sînorê Sûriye û Tirkiyê zêde bûye
Nîşan Sînor Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê yê di navbera Bakurû Rojavayê Kurdistanê de ku beşek ji welatiyan ji neçarî hewla derbaskirina wê didin bûye çavkaniyeke gef û metirsiyê li ser jiyana welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî raporeke Saziya Hevdestî ji bo Piştevaniya Qurbaniyan, di her sê mehên pêşî de ji sala 2023yan, 8 welatiyên Sûrî li ser sînor ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatine kuştin ku 1 ji wan qurbaniyan zarok e.

Herwiha10 welatiyên Sûrî jî li ser sînor hatine birîndarkirin.

Orhan Kemal, Kordînatorê Saziya Hevdestî ku bi xwe xelkê Serê Kaniyê ye û ji neçarî kiçberî Qamişlo bûye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û daxwaz li Tirkiyê kir ku lêkolînê derbarê kuştina welatiyên Sûrî de bike.

Kordînatorê Saziya Hevdestî Orhan Kemal got "Tevahiya rewşên ku me belge kirine li bakurê Sûriyê li parêzgehê Idlib, Efrîn û Serê Kaniyê pêk hatine. Ev yek li ser destên cendirmeyên Tirkan li dijî kesên sivîl hatine kirin û ev bi xwe binpêkirin in li gorî yasaya navdewletî. Ji Hikûmeta Tirkiyê tê xwestin ku derbarê ev binpêkirinên ku li ser sînorê wê hatine kirin lêkolîn û lêpirsînê bikin. Û cezakirina kesên ku li ser sînor li dijî kesên sivîl ev binpêkirin kirine misoger bike."

Li gorî rapora Hevdestî, welatiyên Sûrî ne tenê di dema hewldana derbaskirina sînor de tên kuştin, lê hin caran li nav zeviyên xwe yên çandiniyê jî hatine kuştin.

Di raporekê de ku roja 27ê nîsana 2023yan hatibû belavkirin, Rêxistina Human Rights Watch gotibû ku pasevanên sînor ên Tirkiyê bi şêweyekî bêserûber guleyan berdidin sivîlên Sûrî li ser sînor.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst