Neteweyên Yekbûyî: Êrişên Tirkiyeyê alîkariya avakirina aştiyê nakin

26-07-2023
RÛDAW
Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî carek din li ser avakirina aştiya Sûriyeyê li bajarê New Yorkê civiya
Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî carek din li ser avakirina aştiya Sûriyeyê li bajarê New Yorkê civiya
Nîşan Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya Sûriyeyê, li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî careke din hate rojevê.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen got: “Êrişên dronên Tirkiyeyê alîkariya avakirina aştiya Sûriyeyê nake.”

Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî carek din li ser avakirina aştiya Sûriyeyê li bajarê New Yorkê civiya.

Di civînê da Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen raporek parve kir.

"Divê em nehêlin derfetên aştiyê careke din ji destên me herin"

Di raporê de hat gotin “Herçiqasî dîplomasiyeke nû ji bo Sûriyeyê dest pê kiriye jî mixabin hîn jî li rojhilat û rojavaya bakurê Sûriyeyê sivîl tên kuştin û mirov tên revandin. Divê em nehêlin derfetên aştiyê careke din ji destên me herin.”

"Şkence û kuştin berdevam dike"

Geir Pedersen, ev tişt anîne zimên:

“Sivîl bi kefî tên desteserkirin û şkence û kuştin berdevam dike. Li rojhilat û rojavaya bakurê Sûriyeyê pevçûnên dijwar diqewimin, di encama topbarankirin û roketavetinan de mirov tên kuştin. Di rapora vê mehê de xuya dike ku Îsraîl û rejîma Sûriyeyê êrişên esmanî dikin. Tirkiye jî li Suriyeyê bi dronan êriş dike.”

Pedersen di berdewamiya rapora xwe de tekez kir ku pevçûn dibin sedema feqîbûna Sûriyeyê û wiha got:

“Nirxe perê Sûriyeyê li hemberî dolar her ku diçe xirabtir dibe. Herweha li Sûriyeyê her ji 10 kesan 9 kes di bin rêje ya feqîriyê de dijîn.”

Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Tekbûyî Linda Thomas-Greenfield jî Rûsya tawanbar kir û got, “Divê em zelal bibin. Rûsya berpirsyarê dereng mayînên alîkariyên ku li ser korîdora Bab Al-Hawa diçû ye. Rûsya gotûbêjan red dike.”

Di civînê de nûnerê Tirkiyeyê jî got ku PKK û YPGyê îsal ji sînor 70 carî êrişî Tirkiyeyê kiriye û ew dê mafên xwe yên parastinê bi kar bînin.

Herwiha nûnerê Rûsyayê jî got ku ew bawer dikin ku têkiliyên nû yên Sûriyeyê û Tirkiyeyê dê alîkarîya aştiya herêmê bikin.

Sinan Tunçdemir / Rûdaw

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst