Hewlêr: Di şerê malbatan de 3 kes birîndar bûn

14-04-2023
RÛDAW
Hewlêr: Di şerê malbatan de 3 kes birîndar bûn
Hewlêr: Di şerê malbatan de 3 kes birîndar bûn
Nîşan Xebat Hewlêr Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahyeya Rizgarî ya navçeya Xebat a Hewlêrê ji ber pirsgirêkeke civakî şerekî çekdarî durist bû û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Rêveberê nahyeyê ragihand, “Heta niha kesên gule reşandine nehatine desteserkirin.”

Îro Înê 14ê Nîsana 2023an li nahyeya Rizgarî ya navçeya Xebat a Hewlêrê, di encama serdegirtina malekê de 3 endamên malbatekê ku yek ji wan jineke 28 salî ye, birîndar bûn.

Parêzerê malbatê Yûnis Hesen ji Rûdawê re ragihand, di encama êrîşê de 3 kesên bi navên Fexrî Fethullah ê 47 salî, Mexdîd Zukrî Mûsa yê 16 salî û Şadiye Îdrîs a 28 salî birîndar bûne.

Li gorî Yûnis Hesen, beriya 10 rojan li navçeya Xebatê keçeke 17 salî xwe şewitandiye û malbatê wê jî ciwanekî wek sedema xweşewitandinê dizanin. Parêzerê wî ciwanî anî ziman, “Duh dadgerê lêkolînê ji ber nebûna delîlan ew ciwan bi kefalet berda.”

Parêzer da zanîn ku ew keçika xwe şewitandiye îro danê êvarê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da, ji ber wê jî malbata wê bi ser mala wî ciwanî de girtin ku berê gilî lê kiribûn û 3 kes piştî gulebaraneke giran birîndar bûn.

Rêveberî nahyeya Rizgariyê ragihandin ku her du alî yek malbat in û ti kesî gilî nekiriye û ji ber gulebaranê jî heta niha ti kes nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst