Hewlêr (Rûdaw) - 30 barhilgirên leşkerî yên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Karwanekî barhilgirên leşkerî yên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê el-Welîd-Til Koçerê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ew karwanê leşkerî ji 30 barhilgirên pêk dihat û doh derbas bûye.
SOHRê diyar kir ku ew karwan li rojhilatê Qamişloyê, li Baregeha Leşkerî ya Amerîkayê ya Xerab el-Cîrê bi cih bûye.
Li gorî heman çavkaniyê, ev karwanê sêyem e Amerîkayê ye ku meha sibatê ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.
Her wisa ji destpêka sibatê ve 72 barhilgir ji aliyê Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
SOHRê daxuyand ku Kanûna Paşîn a 2025an 200 barhilgirên leşkerî yên Amerîkayê li gel 22 helîkopterên barhilgir ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse