PKKyê ji bo endamên MÎTê yên di destê xwe de peyam da dewletê

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Mûstafa Karasû MÎT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji rêveberên payebilind ên PKKyê Mûstafa Karasû diyar kir ku Tirkiye dixwaze li ser dîlan di navbera Îsraîl û bibe navbeynkar lê li her du endamên xwe yên MÎTê nepirse.

Mustafa Karasû got, “Di destê me de 2 endamên MÎTê hene, qet nabêje ez 10-15 girtiyên nexweş berdim, tu jî wan berde.”

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûstafa Karasû axivî ji kanala nûçeyan a Medyayê re axivî.

Mûstafa Karasû bi bîr xist ku li Marmarayê bi hêza 5,1an pileyî erdhejek çîbûye û got, “Tê gotin ku navenda erdhejê Gemlîke heta girava Îmraliyê ye.

Di vê rewşê de parêzerên wî (parêzerên Abdullah Ocalan) xwestin hevdîtin bikin lê rê nehat dayîn.”

“Li cîhanê tiştekî wisa tine”

Karasû anî ziman ku rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û parêzerên wî ev nêzî 3 sal in nikarin hevdîtinê bikin û got:

“Ev nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî Îmraliyê nîşan dide. Li cîhanê tiştekî wisa tine.”

Herwiha Karasû got, “Tê gotin ku dê li Îmraliyê, li Stenbolê jî erdhej çêbibe.

Divê polîtîkayeke nû ya erdhejê bê pêşxistin. Divê gel çavdêriya şaredarî û hikûmetê bike.

AFAD çiqas hazir e? Gava erdhej çêbû, dikarin çi bikin?  Divê xelk bişopîne û hesap bipirse.”

“Pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi olperestî û netewperestiyê nayê çareserkirin”

Li aliyê din Karasû diyar kir ku pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi "olperestî" û "netewperestiyê" nayê çareserkirin.

Karasû ragihand ku ev pirsgirêka Cihûyan a bi hezaran salan e û piştî ku li çar aliyê cîhanê belav bûn hatin marjînalîzekirin.

Karasû tekez kir ku gelê Filistînê li dijî pêkanînên neheq ên Îsraîlê li ber xwe dide.

Karasû amaje bi yekê kir ku li hemberî neheqiyên Îsraîlê divê yên wekî olperest û Hemasê ku têkoşîna gelê Filistînê berevajî dikin û bi eşkere sivîlan dikûjin nebin.

“Di destê me de 2 endamên MÎTê hene”

Mûstafa Karasû bi bîr xist ku Tirkiye di şerê Îsraîl-Hamasê de hewl dide ku ji bo serbestberdana dîlan navbeynkariyê bike û wiha berdewam kir:

“Di destê me de 2 endamên MÎTê hene. Qet rojekê li wan napirsin. Nabêje ez 10-15 girtiyên nexweş berdim, tu jî wan berde.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst