Li Taxa Xuwêran a Heseke nerazîbûn dijî qedexekirina motorsîkletan çêbû

13-07-2022
RÛDAW
Nîşan Heseke Motorsîklet Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat diyarkirin ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê, li taxa Xuwêran a başûrê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê bikaranîna motorsîkletan qedexe kir, xelkê taxê dijî vê qedexekirinê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 13ê Tîrmehê, xelkê taxa Xuwêranê ya başûrê bajarê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn dijî qedexekirina bikaranîna motorsîkletan anîn ziman û daxwaz kirin ev qedexeya ku ji 6 meh in didome bidawî bibe, ji ber ku hejmareke zêde ya xelkê vê taxê bi rêya motorsîkletan debara xwe dikin.

Piştî bûyera Girtîgeha Sînaa ya çekdarên DAIŞê li taxa Xuwêranê di 19ê Çileya 2022an de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikaranîna motorsîkletan li heman taxê û li nav bajarê Heseke qedexe kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst