16 Photos
Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ji bo pîrozbahiya Newrozê ber bi gora Helbestvan û Zanayê navdar ê Kurd Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ve meşiyan.
Bi sedan endamên platformê beriya meşê li gel stran û kilamên Kurdî govend gerandin.
Ciwanan pişt re bi meşaleyên pêxistî û alayên Kurdistanê dest bi meşê kir.
Pîrozbahiya Newrozê li ber gora Xanî bi agirê ku hat pêxistin û daxuyaniyekê bi dawî bû.