HSDê li Dêrezorê emîrekî DAIŞê girt

13-06-2022
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê li Dêrezorê di operasyonbeke taybet de Emîrekî DAIŞê girtin.

Navenda Ragihandinê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, roja Yekşemê 12ê Hezîranê, hêzên wan bi piştevaniya bejayî û asmanî ya hêzên hevpeymaniya navdewletî operasyonek li dijî şaneyên nihênî yên rêxistina DAIŞê li gundê el-Rueyşîd ê Dêrezorê pêk anîne û di operasyonê de Emîrekî DAIŞê girtin.

Heman çavkaniyê ragihand, ew emîr ku serpereştiya şaneyeke ewlehiyê dikir, ku karê wê gihandina zaniyarî, diyarkirina armancan, danîne plan û rêyên pêkanîna êrîşên terorîstî,li dijî xalên ewlekarî, leşkerî, sivîl û xizmetguzarî li gundewarên Dêrezorê û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bû.

Li gor HSDê,di operesyonê de dest bi ser cebilxaneyeke çek û teqemeniyên wê rêxistinê de jî hat girtin.

30ê Gulanê jî li bajarokê Mergede yê li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di operasyonbek li dijî şaneyên nihênî yên rêxistina DAIŞê de emîrek û 3 çekdarên DAIŞê hatibûn girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst