HSDyê li ser Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê daxuyaniyek da

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Ehmed el-Xebîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ragihand ku wan Ehmed el-Xebîl ji erka wî ya fermandariyê dûr xistiye.

Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir ku sedema dûrxistina wî binpêkirinên li dijî niştecihan û çend tawanên din in.

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê li ser dûrxistina Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle ya ji erkê fermandariyê daxuyaniyek belav kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyê de got:

“Piştî şopandin, rapor û giliyên şêniyan, bi fermana desteserkirinê ya ku Dozgeriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê bi erêkirina Encûmena Leşkerî ya HSDyê biryar da ku Ehmed El Xebîl ji erka wî ya fermandariyê dûr bixe.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herwiha ragihand:

“El Xebîl, gelek sûc û zêdegavî kiribûn, bi aliyên derve yên dijberî şoreşê re hevkarî dikir, li dijî şêniyan sûc kiribûn, bazirganiya madeyên hişbir dikir.

Her wiha rewşa ewlehiyê xirab bi rê ve dibir û di zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞê de rol dilîst û erka xwe ji bo berjewendiyên şexsî û malbatî bi kar dianî.

Bi vê yekê rêziknameya HSDyê bin pê dikir. 4 endamên din ên meclîsê yên ku destê wan jî di sûc û zêdegaviyan de hebû, hatin dûrxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst