Malbateke ji Kobaniyê ji Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin

13-04-2024
Helebja Sadon
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kobanî Malbat Herêma Kurdistanê Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke xelkê Kobaniyê ji Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin.

Dê û bav li Qamişloyê zarokên wan li Herêma Kurdistanê mane.

Ev demeke behsa dersînorkirina, welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin, tê kirin.

Beriya niha Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabû ku ew êdî vîzeyê nadin welatiyên Sûriyeyê.

Piştre derket holê ku hinek welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine dersînorkirin.

Nûçegihana Rûdawê Helebce Sedûnê da dûv çîroka malbateke ji Rojavayê Kurdistanê ya ku hatiye dersînorkirin.

Ew malbat ji sala 2013an ve li Hewlêrê dima.

Berî 2 heftiyan dayik û bav ên bi navê Ebdulrezaq Îsa û Yasmîn Xelîl hatibûn girtin û piştre di rêya Deriyê Pêşabûr-Sêmalkayê re şandibûn Rojavayê Kurdistanê.

Dê û bav li Rojava zarok li Başûr mane

Welatiyê hatiye dersînorkirin Ebdulrezaq Îsa ji Rûdawê re got:

“Xêrxwazan ji min re telefon vekir. Ez û hevjîna xwe em çûn, erzaq bistînin.

Em li wir girtin û birin Îdareya Îqamê ji wir jî em birin zindanê. Em 8 rojan li zindanê man. Piştre em hatin dersînorkirin.”

“Ez dixwazim vegerim nav zarokên xwe”

Ebdulrezaq Îsa bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got:

“Zarokekî min ê nexweş heye. Ez kirêcî me. Ez dixwazim rê bidin min ez vegerim nava zarokên xwe.”

Birayê Ebdulrezaq Îsa, Nizar Îsa jî got:

“Birayê min karker e. Em xelkê Kobaniyê ne. Telefon ji birayê min re vekirin û gotin were erzaq ji zarokên xwe re bibe , em xêrxwaz in.

Birayê min û hevjîna wî birin daîreya îqamê û ji wir jî ew dersînorkirin. Zarokên wan li vir in ez li wan dinêrim.”

“Ti kes bê sedem nehatiye dersînorkirin”

Li ser dosyayên dersînorkirina welatiyên Rojava, berpirsekî pilebilind ê Rêveberiya Nişîngeha Silêmaniyê ji Rûdawê re gotibû:

“Çend biryar hene ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed derxistine ku em li Silêmaniyê û hemû parêzgehên din pabend in.

Ji bilî van biryaran ti kesê ji Rojavayê Kurdistanê yan jî ji Sûriyeyê bi zorê nehatiye dersînorkirin ji bilî ku sedemek hebe.”

Wî berpirsî da zanîn ku li gorî biryarê ew kesên tên şandin, vîze wergirtine û dema vîzeya wan temam bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst