BEXDA - Gelek Kurdên ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin

30-01-2024
RÛDAW
Gelek Kurdên ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin
Gelek Kurdên ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin
Nîşan Bexda Dersînorkirin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê, hejmarek Kurdên ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, li Bexdayê desteser kirin.

Ew kes bi kompanyayekê re dixebitin ku niha metirsiya dersînorkirinê li ser wan heye.

Rêxistina Canî Rojê navê 157 kesan ragihandiye ku li Bexdayê bi kompanyayekê re dixebitin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve hatine desteserkirin.

Rêxistina Canî Rojê diyar kir ku di nava wan de Kurdên ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hene.

Li gorî rêxistinê dibe ku ew kes werin dersînorkirin ku beşek ji wan cezayên giran ên wek îdamê li ser wan heye.

Rêxistina Canî Rojê ji Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mafên mirovan xwest ku jiyana wan karkeran were parastin û rê li ber dersînorkirina wan were girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst