Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xwesere ragihand ku Hikûmeta Sûriyê rê nade ku alîkariyên mirovî yên ku ji Silêmaniyê ji bo zîyandîtiyên erdhejê yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên Kurdnişîn hatine şandin derbas bibin. Alîkarî 6 roj in li ber deriyê Tahiye têne sekinandin.
Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm ragihand ku hikûmeta Şamê ev 6 roj in derbasbûna alîkariyên mirovî yên ku ji bajarê Silêmaniyê ji bo ziyandîtiyên erdhejê yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên Kurdnişîn hatine şandin asteng dike.
Alîkariyên ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve hatine komkirin ûşandin ji 25 barhilgiran pêk tên.
Rêveberiya Xweser roja Sêşemî 7ê Adarê ragihandbibû ku 25 barhilgir alîkariyên ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê hatine komkirin wergirtine.
Medya nêzîkî Rêveberiya Xweser got, hikûmeta Sûriyê daxwaza 75% ya wan alîkariyan dike û dibêje, eger 75% ya alîkariyan bigihe wan wê rê bide 25% ji wê alîkariyê bigihin Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse