Huseyîn Arasanê Mêrdînî yê ku li Silêmaniyê rastî êrişê hatibû jiyana xwe ji dest da

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Huseyîn Arasan Silêmanî Êrîşa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ê ku duh li Silêmaniyê di encama êrîşa çekdarî de bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Medyayên nêzîkî PKKê ragihand ku Arasan “Ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve hatiye kuştin”.

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan duh danê sibê li bajarê Silêmaniyê li ber avahiya komeleyê di êrîşeke çekdarî de bi giranî birîndar bû.

Huseyîn Arasan tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Huseyîn Arasan ê ku bi eslê xwe ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, rakirin morga pizîşka dadwerî ya Silêmaniyê.

Herwiha çavkaniyên nûçeyan ên nêzî PKKê ragihandin ku Arasan “ji aliyê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) ve hatiye kuştin.”

Di Gulana sala borî de jî Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Mehmet Zekî Çelebî yê Wanê bû û li Silêmaniyê dima, di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst