Li Amedê koçberiya xelkê dest pê kir; Kesên di avahiyên kevin de dijîn koç dikin

13-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Welatiyên ku li navçeya Rezan a Amedê di avahiyên kevin de dijîn ku ew avahî ji ber erdhejê zirar dîtine, ber bi herêmên ewle ve diçin.

6ê Sibatê roja Duşemê saet 04.17ê danê sibê saet di 13.24an de 2 erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn; 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Erdhej li parêzgehên Mereş, Kilîs, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê bûye sedema wêraniyeke mezin.

Ji ber erdhejê heta niha nêzî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. 147 hezar û 934 kesên ku ji karesatê rizgar bûne ji parêzgehên ku ji ber erdhejê bandor bûne, bo cihên ewle hatin veguhastin.

Li Amedê 20 avahî hilweşiyan, 316 kes mirin

Li sînorê parêzgeha Amedê di encama erdhejê de bi giştî 20 avahî bi temamî hilweşiyane ku 6 ji wan li navenda bajarê Amedê bûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandiye ku li Amedê 320 avahî xera bûne û nikarin bên bikaranîn.Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jî ragihand ku di erdheja Amedê de 316 kes mirine.

Li Rezanê mal tên valakirin

Li Rezanê ku yek ji navçeyên herî kevn ên Amedê ye û 400 hezar nifûsa wê heye, piraniya avahiyan piştî salên 1990î hatine çêkirin. Li navçeyê li aliyekê ekîbên şaredariyê xebatên tesbîtkirina xisarê tên kirin, li aliyekî din welatiyên ku xaniyên wan kevin in, ber bi herêmên ewle ve tên veguhestin.

Şêniyekî Rezanê ji nûçegihanê Rûdawê Abduselam Akincî re axivî û diyar kir ku mala wan hinekî zirar dîtiye, lê tevî vê yekê jî ji ber tirsa zarokan biryara koçkirinê dane.

Welatiyekî din ku karê veguhestinê dike jî diyar kir, malbatên ku di avahiyên kevin de dijîn, ber bi tax û semtên 75, Newroz û yenîşehirê ve koç dikin.

Kirêya xaniyan zêde bûye

Li aliyê din ji ber vê koçberiyê kirêya xaniyan jî zêde bûye. Yek ji kesên ku karê veguhastinê dike, ji Rûdawê re got ku kirêya xaniyan ji sedî 100 zêde bûye, lê ruxmî wêya rojane 3-4 xaniyan bar dikin.

Dayika bi navê Azîze ku li Rezanê dijî, dibêje ku ew 4 kesin û wan malên xwe terikandine û di stargehan de dimînin.

Daye Azîze herwiha diyar kir ku kurê wê yê ji ber erdhejê psîkolojiya wî xera bûye, 4 roj in ji malê derketiye.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê avahiyên ku di erdhejê de li Amedê herifîne, lêpirsîn daye destpêkirin. Di wê çarçoveyê de heta niha 31 kes hatine desteserkirin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst