Li Dêrsimê karker îro neçûn ser kar

7 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Nîşan Dêrsim Mûçe Protesto
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê Karker û karmendên saziyên fermî mûçeyan protesto kir.

Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Hikûmê (KESK) li Dêrsimê ji bo protestokirina kêmbûna mûçeyan daketin kolanan û rojekê grev kirin û neçûn ser kar.

Karker û karmend û xanenîşîn ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiyan û daxuyanî dan.

Serokê Şaxa BESê ya Dêrsimê Sînan Ulu wiha anî ziman:

“Me sala 2025an bi zêdekirinên hejariyê yên mûçeyê herî kêm ji sedî 30 û ji bo kedkarên hikumî û karmendên malnişîn ji sedî11,54 û ji bo karkerên hikûmî û karkerên malnîşîn ji sedî 15,75 pêşwazî kir.

Lê ji 1ê Kanûna Paşîn û pê ve bac û xerciyên fermî ji sedî 44 hatin zêdekirin."

Karker û karmendên hikûmî dibêjin mûçeyê wan li hemberî enflasyonê dihele û daxwaza bilindkirina mûçeyan dikin.

"Em nikarin nan bibin mala xwe"

Malnişîn Ali Korkman got, "Ev hikûmet çi dide me? 5 quruşan dide me zêdetirî wan ji me distîne.

Em nikarin nan bibin mala xwe. Tiştê ku dide me cardin ji me distîne. Xêra bavê xwe dide?

Em jî mirovên vî welatî ne, me leşkerî kir û em baca xwe didin. Em jî dengê xwe didin, ev çi ji me dixwazin?"

"Dixwazin wekî mîrovan bijîn"

Berdevkê KESKê yê Dêrsimê Mazlum Dogan wiha axivî:

"Mirov mexdûr in, karmend, karker hemû mexdûr in. Divê em wan biparêzin.

Îro li Dêrsimê her kesi serî hil daye. Dibêjin em mexdûr in û nikarin debara xwe bikin.

Divê ev deng bê bihîstin, dixwazin wekî mîrovan bijîn. Divê hikûmet demildest çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne."

Sendîka dibêjin hikûmetê bac û xerciyên ku ji welatiyan werdigre ji sedî 44 zêde kirine û divê mûçeyê karker, karmend û malnîşînan jî herî kêm bi qasî vê rêjeyê bilind bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst