Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Şaredariya Peyasê Amedê Cengîz Dundar hat berdan.
Li gorî çapemeniya Şaredariya Peyasê Dundar îro danê nîvro ji Girtîgeha Sîncanê derket.
Polîsan 26ê Çiriya Paşîn li Amedê bi ser mala Hevserokê Şaredariya Peyasê û çend kesên din de girtibû.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Amed, Stenbol, Mêrdîn û Şirnex û li gelek bajaran gelek kes hatibûn desteserkirin.
Cengîz Dundar tevî Alîkara Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevda Akdagê 30yê Çiriya Paşîn hatibû girtin.
Cengîz Dundar ji ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Ji Zîndana Sîncanê hatim berdan, em carek din li ser karên xwe ne.”
Hepisxaneyê Sîncanî ra ez serbest menda, ma hewna ser karê xo de yê.
— Cengiz Dündar (@cengizdundar21) January 13, 2025
Ji Zîndana Sîncanê hatim berdan, em carek din li ser karên xwe ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse