Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdaya paytexta Îraqê civiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh çû Bexdayê û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de bipêşketin û bûyerên nû yên li Îraq û herêmê hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tekezî li ser girîngiya piştgirîkirina Hikûmeta Federal û serkeftina pêkanîna bernameya hikûmetê hatiye kirin, bi awayekî ku daxwazên welatiyên li seranserê welêt misoger bike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de behsa mijarên xizmetguzariyên têkildarî berjewendiyên hevwelatiyan hatiye kirin.
Her wiha hat ragihandin ku hatiye gotûbêkirin ku rêya herî baş a ji bo rêkxistina peymanan ên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gorî bingehên destûr û yasayê ne.
Serokatiya Herêma Kurdistanê got ku di civînê de, "Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya hevbeş a di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de hatiye kir ji bo rûbirûbûna astengiyan û rakirin zehmetiyan li welêt, bi awayekî ku berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Îraqê pêk bîne û ewlehî û aramî û serweriya niştimanî xurt bike."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin pic.twitter.com/WYCJcM1yZ7
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2025
Daxuyaniya Serokwezîrê Îraqê
Li aliyê din Ofîsa Serokwezîrê Îraqê jî li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Îraqê, di civîna di navbera Mihemed Şiya Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî ji bo rêkxistina pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêya herî baş ew e ku li gorî destûr û yasaya budceya giştî ya ku biryar li ser hatiye dayîn be.
Serokwezîrê Îraqê ragihand ku di wê civînê de behsa bipêşketinên navxweyî û herêmê hatiye kirin û tekezî li ser girîngiya piştgiriya hikûmeta federal û serkeftina wê di bicihkirina bernameya hikûmetê de hat kirin.
Di civînê de xizmetguzariyên têkildarî berjewendiyên welatiyan û rêya herî baş a ji bo rêkxistina pêwendiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gorî destûr û tiştên ku di yasaya budceya giştî de hatine biryardayîn, hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariya hevbeş kir di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de ji bo rûbirûbûna astengî û rakirana berbestan li pêşiya welêt, bi awayekî ku berjewendiyên hemû gelê Îraqê pêk bîne û bibe sedema dabînkirina ewlehî, aramî û serweriya niştimanî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan #Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê li hev civiyan pic.twitter.com/Ly8K9dYiao
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse