Agirî: 3 hezar gurzên giyayê ajeldarekî bûn xwelî

12-09-2024
RÛDAW
Keda ajeldaran a havînekê bi carekê de bû xwelî/Wêne: AA
Keda ajeldaran a havînekê bi carekê de bû xwelî/Wêne: AA
Nîşan Agirî Ajeldar Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê agir bi giyayê ku ji bo êmê ajelan hatibû amadekirin ket 3 hezar gurz ango balî şewitîn.

Keda ajeldaran a havînekê bi carekê de bû xwelî.

Li gundê Axdayê yê parêzgeha Agiriyê ajeldarê bi navê Ehmed Beyaz tevahiya havînê xebitî û ji bo êmê ajelan ê zivistanê giya kom kir.

Beriya demekê wî giyayê xwe anî gund û li ber mala xwe rêz kir. 

Gundê Axdayê 45 kîlometreyan ji navenda Agiriyê dûr e û dikeve ser sînorê parêzgeha Qersê.

Ji ber sedemeke nediyar agir bi gurzên giya ket.

Gundiyan bi derfetên xwe hewla vemirandina agir da lê zehmet bû.

Tîmên Rêveberiya Parastina Sivîlan bi hawara wan ve çûn û agir hat kontrolkirin.

Heta ku agir hat vemirandin 3 hezar baliyên giya bûn xwelî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst