PAK û TDK-TEVGER bûn yek: Navê partiya nû eşkere bû

12-09-2023
RÛDAW
Nîşan PWK PAK TDK-TEVGER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - TDK-TEVGER û PAKê biryar da ku bi hev re Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava bikin.

Tevgera Demokratik a Kurdistanî (TDK-TEVGER) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) beriya niha ragihandibû ku wan biryara yekitiya rêxistinî û siyasî daye.

Her du partiyan navê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li xwe kir.

Mustafa Ozçelîk bû serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK).

Ozçelîk û rayedarên TEVGERê îro li Amedê ji bo biryara yekgirtinê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Mustafa Ozçelîk nivîseke hevpar bi raya giştî re parve kir û wiha got:

“Em mizgîniya avakirina Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi raya giştî re parve dikin!

Em wekî TDK-TEVGER û PAKê, bi dilxweşî dixwazin mizgîniyê bidin miletê Kurd û Kurdistaniyan ku me kongreya xwe ya yekîtiyê li Amedê bi awayekî geş, girseyî û serkeftî pêk anî û me bi navê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava kir.

Îro 43yemîn salvegera darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî ye.

Em wekî damezrenêrên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) vê darbeya leşkerî, faşîst rûreş dikin û dibêjin damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di heman demê de bersîv, nîşana berdewamiya berxwedan û têkoşîna li dijî zilm, zordarî û qetlîamên darbeya 12ê Îlonê ye jî.

“Me doh serê xwe netewand û em îro jî serê xwe natewînin”

Me doh serê xwe netewand û em îro jî li ber zilmê û zordariyê serê xwe natewînin.

Di destpêka Gulana sala 2022yan de TDK-TEVGER û PAKê ji bo rêlibervekirina yekîtiyeke sîyasî û rêxistinî dest bi diyalogekê kir û piştî xebateke berfireh a hevbeş, biryar da ku bi kongreyekê li Bakurê Kurdistanê bi hev re partîyeke neteweyî, demokratîk, legal û girseyî ava bikin.

TDK-TEVGER û PAKê di rojên 9 û 10ê Îlona 2023yan de li Amedê kongreya xwe ya yekitiyê li dar xist û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava kir.

Mustafa Ozçelîk bû serokê PWKyê

Mustafa Ozçelîk, di kongreya damezrandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) de, bi yekdengî  wek Serokê Giştî yê PWKyê hate hilbijartin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), xwe berdewamiya doza azadiya Kurdistanê, berdewamiya hemû têkoşîn, xebat, ked û nirxên milî, demokratîk, niştimanî yên Kurdistanê dibîne.

“PWK mafê çarenûsiya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêze”

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), mafê çarenûsiya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêze.

Mafê çarenûsiyê li gorî şert û mercên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya neteweyî, herwiha li gorî rewşa herêmê û navneteweyî dikare bi awayê dewleteke federal, konfederal an jî serbixwe bê pêkanîn.

Herwiha li gorî şert û mercên neteweyî, rewşa herêmê û navneteweyî dikare çareseriyên cihê û navqonaxî jî derkevin holê.

Di rewşeke weha de, em dê çareserîyên demkî û navqonaxî red nekin û wan ji bo bidestxistina armancên sereke û stratejîk weke derfetên girîng û pêwîst binirxînin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li gel bernameya xwe ya stratejîk a mafê çarenûsiyê dê li ser bernameya daxwazên acîl ên miletê Kurd jî xebat û têkoşîna xwe bimeşîne.

“PWK amade ye bi partî, tevger, rêxistin, grûbên wekî wê, nêzî wê re yekitîya sîyasî û rêxistinî pêk bîne”

Bêgûman, pêwîstiya yekitiya sîyasî û rêxistinî ya partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên milî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî yên ku bername û nêrînên wan ên sîyasî wekî hev in, nêzî hev in, bi avakirina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi dawî nayê.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di her qonaxê de amade ye ku bi partî, tevger, rêxistin, grûbên wekî wê, nêzî wê re yekitîya sîyasî û rêxistinî pêk bîne.

Avakirina Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), helbet pêwîstiya hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk ji holê ranake.

Hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk ên li ser prensîbên neteweyî, Kurdistanî bêne avakirin pêwîstî û wazîfeyeke me ya sereke ya milî ye lê eşkere ye ku li Bakurê Kurdistanê partiyeke xurt, girseyî, milî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî dê di avakirin, birevebirin û berdewamiya platform, hevkarî, tifaq û bi hev re xebatên hevbeş yên milî, demokratîk jî bibe bingeheke esasî.

 

Banga PWKyê

Bi vê hişmendiyê, em wekî Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bang dikin ku, hemû siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanê yên wekî me û yên nêzî me difikirin, ji derveyî vê partiya me ya neteweyî, demokratîk, azadîxwaz, Kurdistanî, meşrû, legal nemînin; bi beşdariya xwe, partiya xwe berfirehtir û dewlemendtir bikin.

Werin em bi hev re ji bo xurtkirin û berfirehkirina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk û bicîhanîna armancên me yên stratejîk vê partiya xwe xurt û geş bikin!

Dê 17ê Îlonê kongreya asayî bê lidarxistin

Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK) dê roja 17ê Îlona 2023yan Kongreya xwe ya 3yemîn a Asayî li Enqereyê li dar bixe. Di vê kongreyê de, em dê nav, amblem û bernameya PAKê biguherînin û bi navê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), wekî partiyeke nû û yasayî xebatên xwe bimeşînin.

Em dê piştî kongreya yasayî, deklerasyon û bernameya partîya nû ji raya giştî re, ji Kurd û Kurdistaniyan re par ve bikin!

Em spasiya hemû partî û rêxistinên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetan dikin ku roja 9ê Îlona 2023yan beşdarî kongreya me ya damezrandinê bûne, bi peyamên xwe em pîroz kirine.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li gelê me pîroz be!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst