PAK û TDK-TEVGER: Divê Kurdî li e-reçetemê bê zêdekirin

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan PAK TDK-TEVGER re e-reçetem Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PAK û TDK-TEVGERê ragihand ku divê zimanê Kurdî jî li sîstema  e-reçetemê ya Tirkiyeyê bê zêdekirin û Kurdî jî ligel Tirkî  bibe zimanê fermî.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, hefteya borî 5 zimanên cuda li sîstema “e-Reçetem”ê zêde kirin lê cih neda Kurdî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ku bi xwe jî Kurd e ragihandibû, li sîstema e-Reçetemê 5 ziman hatine zêdekirin û gotibû:

“Zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) bi daxuyaniyeke nivîskî li hemberî vê helwesta Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê nerazîbûna xwe nîşan da.

PAK û TDK-TEVGERê diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê “25 milyon Kurd” tune hesibandin.

Fahrettîn Koca piştî nerazîbûn saziyên pêwendîdar, siysetmedar û civakê daxuyaniyeke din dabû û gotibû:

“5 zimanên biyanî ji bo geştyar û nexweşên biyanî li sîstema e-Reçetemê (reçeteya min a elektronîk) hatine zêdekirin.”

“Îzeheta wan ji qebaheta wan xerabtir e”

Derbarê vê yekê de jî PAK û TDK-TEVGERê got:

“Mirov derbarê biryara Wezareta Tenduristiyê û daxuyaniya Wezîre Tenduristiyê dikare bêje îzeheta i qebaheta wan xerabtir e’.

Di eslê xwe de hişmendî, siyaset û kiryarên Dewleta Tirkiyeyê yên 100 sale bi asîmîlasyonê û bi înkarê ve hatiye hûnandin dide der.

Ev hişmendîya asîmîlasyonê û înkarê di hemû warên perwerde, rêvebirî û siyasetê de bûye beşeke laşê Dewleta Tirkiyeyê.”

“25 milyon Kurd tine dihesibîne”

PAK û TDK-TEVGER herwiha tekez kir ku “di sîstema e-reçetemê de tine hesibandina Kurdî, careke din jî nîşan dide ku ev hişmendiya Tirkyeyê ya ku 25 milyon Kurd tine dihesibîne hîn jî berdewam e.”

“Divê Tirkiye hebûna miletê Kurd qebûl bike”

PAK û TDK-TEVGERê xwest ku Kurdî li li sîstema e-reçetemê bê zêdekirin û got:

“Divê Dewleta Tirkiyeyê hebûna miletê  Kurd û perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûl bike, divê Kurdî jî  li gel zimanê Tirkî bibe zimanê fermî.

Divê ev mafên Kurdan di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkiyeyê û di hemû yasayên peywendîdar de bêne bicihkirin.

Eşkere ye ku qebûlkirina van mafan, dê bibe destpêka çareserîya gelek pirsgirêkên esasî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst