‘Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî pêwendiyên Tehran û Hewlêrê bihêztir bûne’

12-06-2024
RÛDAW
Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Nesrula Reşnûdî / Wêne û vîdyo: Rûdaw
Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Nesrula Reşnûdî / Wêne û vîdyo: Rûdaw
Nîşan Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Herêma Kurdistanê Nesrula Reşnûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Nesrula Reşnûdî da zanîn ku piştî serdana Nêçîrvan Barzanî pêwendiyên Tehran û Hewlêrê bihêztir bûne.

Nesrula Reşnûdî ji Rûdawê re axivî û amaje bi wê yêkê kir ku pêwendiyên Îranê û Herêma Kurdistanê bihêztir bûne.

Li gorî gotina Nesrula Reşnûdî roja înê dê Berpirsê Wezareta Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî bê Herêma Kurdistanê.

Nesrula Reşnûdî eşkere kir ku îsal jî ziyaretkarên Şîe bi deriyên Temerçîn- Hacî Omeran û Başmaxê re tên Herêma Kurdistanê û ji wir jî diçin ser mezarên pîroz ên Şîeyan ên li başûrê Îraqê.

Bi gotina Nesrula Reşnûdî, hejmara ziyaretkarên Şîe ji deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatine Îraqê par bi 2 qatan ji yên pêrar zêdetir bûne.

Nesrula Reşnûdî amaje bi wê yekê jî kir ku ew pêşbînî dike dê îsal jî hejmara ziyaretkaran li gorî sala par ji sedî 50î zêdetir bibe.

“Em pêşbînî dikin 200 hezar hecî ji deriyên Kurdistanê derbas bibin”

Nesrula Reşnûdî di berdewamiya axaftina xwe de wisa got:

“Sala borî her çend me pêşbîniyeke zêde nedikir hecî bi rêya deriyê sînorî yê Hacî Omeranê bên serdana mezarên pîroz.

Li gorî amaran nêzîkî 135 hezar hecî ji deriyê sînorî hatine mezarên pîroz.

Îsal jî em pêşbînî dikin ku hejmara heciyên ji deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê werin bigihêje nêzîkî 200 hezar kesî."

Nesrula Reşnûdî da zanîn ku dê Berpirsê Wezareta Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî roja Pêncşema 13ê Hezîrana 2024an biçe Bexdayê û roja Înê jî bigihêje Hewlêrê.

“Pêwendiyên Hewlêr û Tehranê baştir bûne”

Nesrula Reşnûdî behsa pêwendiyên baş ên navbera Îran û Herêma Kurdistanê jî kir û got:  

“Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Îranê, pêwendiyên aliyan bihêztir bûne û niha di rewşeke baş de ne.”

Li gorî gotina Reşnûdî dê Elî Baqirî li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.

Li aliyê din Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Tehranê Nazim Omer Debax jî îro ji Rûdawê re ragihand, dê Elî Baqirî roja pêncşemê biçe Bexdayê û roja Înê dê were Hewlêrê û Silêmaniyê.

Piştî mirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan di helîkopterê Îbrahîm Reîsî de Elî Baqerî li cihê wî dest bi kar kiribû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst