Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Heyeta Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Rêvebriya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dest pê kir.
Heyetek ji Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Rêvebriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de doh çû Şamê.
Civîna Heyeta Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Rêvebriya Xweser a li gel Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya ji bo gotubêjkirina sîstema perwerdeyê dest pê kir.
10ê Adara 2025an li Şama paytexta Sûriyeyê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de peymaneke ku ji 8 xalen pêk tê hatibû îmzekirin.
Piştî îmzekirina peymanê ji bo pêkanîna xalên wê dest bi hevdîtinan hatibû kirin.
Peymana 10ê Adarê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 1 peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê îmze kiribû.
Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse