Ji Bakurê Kurdistanê ji 101 welatan re îsota hûr hat hinartin

19-01-2025
RÛDAW
Nîşan Îsot Bakurê Kurdistanê Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anatolyayê sala 2024an ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 101 welatan re îsota hûr hatiye hinartin.

Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anatolyayê (GAIB) ragihand ku sala 2023yan bi bihayê 12 milyon û 208 hezar dolaran hinardeya îsota hûr hatibû kirin lê sala 2024an ev hinartin bi rêjeya ji sedî 14,18an zêde bûye.

Hinardeya îsota hûr sala borî ji 101 welatan re hatiye hinartin lê piranî ji bo welatên wekî Almanya, Brîtanya, Amerîka, Holenda, Erebistan Siûdî û Fransayê bûye.

Her wiha bi bihayê 2 milyon û 362 hezar dolaran welatê Almanya di rêza yekemîn de ye û piştî wê jî bi bihayê 1 milyon û 769 hezar dolaran Brîtanya tê.

Di rêza sêyemîn de jî bi bihayê 1 milyon û 672 hezar dolaran Amerîka heye.

Serokê Meclisa Borseya Bazirganiyê ya Rihayê Îsa Kizildemîr diyar kir ku eger piştgirî ji bo wan cotkarên ku çandiniyê îsotan dikin bê kirin sala 2025an dê hinardeya îsotan zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst