Li Mûşê du malbat li hev hatin

12-02-2025
RÛDAW
Nîşan Mûş Lihevatina Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê du malbatên xwîndar li hev hatin.

Rîspî û alim ji bo lihevanîna malbatên Çelîkan û Yildiriman ketin dewrê ku par piştî şerê bûbû sedema mirina kesekî di navbera wan de neyartî derketibû.

Endamên malbatan li mala şînê ya Norşînê hatin ba hev û wan hev hembêz kir û li hev hatin.

Şaredarê Norşînê Burhan Sayilgan got ew kêfxweş in ku dawî li neyartiya di navbera malbatên xwîndar hat. 

Burhan Sayilgan got, "Bi piştgiriya giregirên bajarê me, alim û rîspiyan ev aştî pêk hat.

Bi taybetî Maşallah Çelîkê bavê ciwanê hat kuştin em neşikandin.

Bi rastî jî me ji bo ku aştî çêbe têkoşîneke mezin da.

Em hêvî dikin ku li herêma me bûyerên wiha neqewimin.

Xweda ji her kesê ku piştgirî da aştiyê razî be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst