EFRÎN - Daweşandina zeytûnan bi dawî dibe, cotkarên Kurd destvala man

11-11-2023
Hisên Omer
Berhevkirina Zeytûnan
Berhevkirina Zeytûnan
Nîşan Efrîn Zeytû Şiyar Elî
A+ A-

Hewler (Rûdaw) - Li Efrînê werzê daweşandin û guvaştina zeytûnan ber bi dawiyê ve diçe.

Lê cotkarên wê herêma dagîrkirî li Rojavayê Kudistanê dest û bêrîk vala derdikevin.

Li aliyekî baca bizorê ya pir zêde û li aliyê din dizî û talankirina bêsînor, cotkarên herêmê bêzar kirine.

Parêzerê Efrînî Şiyar Elî derbarê baca bizorê û talankirina berhemên cotkarên Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku li Efrînê ti yasa cotkarên Kurd naparêze.

“Di dema şer de qanûn lal dibe”

Parêzer Şiyar Elî got, "Baca li ser cotkarên me li hinek deran digihîje ji sedî 60-70yî.Li gorî qanûnên Sûriyeyê em dibînin ev tiştên nerewa ne di cih de ne.Li gorî madeya 41 ya qanûna Sûriyeyê li her cihekî bac ferq dike.

Lê ferqa vê bacê divê navbera mûsim û bacê de wekheviyek hebe. Cotkarên me dibêjin ew ji me bêhtir dibin. Piraniya wan dest ji wî karî berdaye.

Giliyên mirovên me yên li dadgehên Efrînê nikarin ti tiştekî li hemberî van grûpan bikin. Em baş dizanin di dema şer de qanûn lal dibe."

Li gorî biryarên eşkere, grûpên çekdar li ser dahata cotkarên ku li ser zeviyên xwe ji sedî 10 bac sepandine.

Li ser dahata wekîlên cotkarên koçberkirî ji sedî 40-50 bac tê sepandin.

Lê li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên li herêmê wergirtine, ji dahata hin cotkarên herêmê yên li ser zeviyê xwe bi şêweyên cuda bêhtirî ji sedî 70 bac tê standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst