Suryan li dibistanên Herêma Kurdistanê bi zimanê xwe dixwînin

11-09-2023
Helebja Sadon
Li Kurdistanê 7650 xwendekarên Siryanî hene
Li Kurdistanê 7650 xwendekarên Siryanî hene
Nîşan Herêma Kurdistanê Perwerde Zimanê Dayikê Zimanê Suryanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Herêma Kurdistanê 48 dibstanên bi zimanê Suryanî hene û 7 hezar û 650 xwendekar li wan dibistanan dixwînin.

Piraniya dibistanên bi zimanê Suryanî yên Herêma Kurdistanê li bajarê Dihokê ne.

Bernameya xwendinê ya wan dibistanan, heman bernameya xwendina Herêma Kurdistanê ye û bername ji zimanê Kurdî  ji bo zimanê Suryanî hatiye wergerandin.

Dayikek dibêje ku 2 keçên wê hene û her du jî li dibistana Suryaniyan dixwînin û armanca wan parastina zimanê dayîkê ye.

Xwendekara bi navê Netaşa ev du sal e bi zimanê Suryanî dixwîne û niha jî amadekariya xwe ji bo sala nû ya xwendinê dike.

Malbata wê ji Xiristiyanên Hewlêrê ye.

Malbat her ji destpêkê ve zarokên xwe dişîne dibistaneke bi zimanê Suryanî ya li Enkawayê.

Polîn Hirmiz a dayîka Netaşyê diyar kir ku ew dixwazin zimanê xwe biparêzin û got:

“Min 2 keç hene û her du jî li Dibistana Erbailoyê ya Suryanî ne. Yek li pola 6ê ye û ya din jî diçe pola 3yê.

Me ev dibistan hilbijart ji ber ku xwedina wê bi zimanê Suryanî ye. Ev ji bo parastina zimanê me baş e.

Niha zarokên min 4 zimanan dizanin û min niyet e ku kurê xwe yê biçûk jî sala bê bişînim dibistana bi zimanê Suryanî.”

Li Dibistana Erbailoyê xwendin bi zimanê Suryanî ye û ji pola 1ê heta 6ê, 31 xwendekar hene.

Ji bo  îsal tenê 3 zarok li pola 1ê hatine tomarkirin.  

Rêvebirê dibistanê diyar kir ku li gorî salên borî îsal hejmara xwendekarên wan kêm bûye.

Rêvebirê Dibistana Erbailoyê Seid Boya Yelda got, "Sal bi sal hejmara xwendekaran kêm dibe. Ew jî ji ber wê yekê ye ku zarok jî bi dayîk û bavên re xwe diçin.”

Pêvajoya xwendinê ya li dibistanên bi zimanê Suryanî bi heman awayê dibistanên din ên Herêma Kurdistanê ne û dê 13yê Îlonê vebin.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê 7 hezar û 650 xwendekar li 48 dibistanên Herêma Kurdistanê bi zimanê Suryanî dixwînin.

Li Herêma Kurdistanê, zimanên Tirkmanî, Suryanî û Ermenî di çarçoveya madeya 14an a destûrê de bi awayê fermî hatine naskirin û mafê fêrkirin û bikarînana wan zimanan hatiye garantîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst